Li Swîsreyê tevlîbûna xurt a li hilbijartinê

Li Swîsreyê ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê yên Tirkiyeyê dengdan dewam dike. Tevlîbûneke xurt li vî welatî heye.

Li Swîsreyê ji 3 paran 2 parên dengên ku di 11 rojên tûra destpêkê de hatin dayin, di nava 2 rojên destpêkê yên tûra duyemîn de hatin dayin. Li Swîsreyê di roja destpêkê de 18 hezar û 902 kesan dengê xwe dan. Roja Yekşemê hejmara mirovên ku dengê xwe dan bû 21 hezar û 977 kes.

Li Swîsreyê ji bo dengdanê li qada Messe ya Zurîchê 18, li Sefaretxaneya Bilind a li Bernê 6 û li Konsolosxaneya li Cenevreyê jî 7 sindoqên dengdanê hatine danîn. Di roja duyemîn a dengdanê de li Zurîchê 12 hezar û 256 kes, li Cenevreyê 5 hezar û 137 kes, li Bernê jî 4 hezar û 404 kesan dengê xwe dan. Ji be dawiya hefteyê bû, li pêşiya cihên dengdanê rêzên dirêj çêbûn. Li gorî tûra destpêkê, tevlîbûna ciwanan gelekî zêde ye.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk jî ji bo hilbijartinê bênavber kar dike.